Tirî
Tirî (bi soranî, tirê), fêkîyek havînî ye, şîrîn e rengên wî sor û kesk e. Ji tirî mey û areq tên çêkirin. Dîsa ji tirî mewîjên hişkirî jî, ji bo zivistanê werê xwarin çêdikin. Hevilên tirî li tendirustiya mirov gelek heye ku germoke ("colories") û şekir dide bedenê mirov. Li gorî lêkolînên li ser DNA'ya tirî'yan, warê herî kevin ê çandina wê Kurdistana îro ye[1][2].
Tiriyê hî nebûyî re dibêjin qorix.Le li herema Botan jê re dibêjin "bsire". Qorix yî tirş e, wê lomê bi xayê tê xwarin an jî dikine selete. Ku qorix girdibe beng dikeveyê an jî nîv şîrînî dibe pê re dibêjin deneşe. Ku meriv dêneşe pir bixwe li merivan dikeve, zikî merivan pê dêşê. Tirî teze tê xwerin an hişk dikin mewîj. Mewîj ji çêkirina xwînê re rind in. Meriv dikane mewîjan di avê ke û şîrîniyeke bi navî xweşav jê çêke.
Di demê payîzê de rez tê birîn û tirî di mehsereyê de tê pêkirin. Paşê avê tirî dikelînin û dikin şîre. Gellek xwarinên şîrîn ji tirî çêdibin.
Şîrîniyên ji tirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bastiq, bastêq an (bi soranî) basûq (?)
- Mot an dims, kilorên mot, kilorên nav dims, berfemot, şilik...
- Qirme
- Sinciq
Ferhengoka tirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Esirandin: Tirî dikine çiwal de û bi lingan diperçiqînin û ava wê diderxin. Ji vê re tê gotin.
- Etf: Piştî qurafa tirî, ji navê tiriyê ku di rezberê de çêdibe re tê gotin.
- Harsim: Navê weşiyê (tiriyê) hê negihayî ye.
- Mehsere (Mahsir): Navê cihê ku esirandin lê tê kirin.
- Miştaxe: Navê cihê ku tirî ji bo hişkbûnê lê tê dayîn e.
- Qurafa tirî: Navê topkirina (danhevdin) tirî ya ji rez/werz e.
- Weşî: Navê guliya tirî ye.
Cureyên tiriyên Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Amobengîyo
- Balme
- Bilbizêkî li Mêrdînê çêdibe
- Bînetetî
- Devrovî
- Dêwanî
- Bisthêşin
- Ezazî
- Gewrik li Mêrdînê çêdibe
- Gozane
- Hemsî
- Hesenî li Mêrdînê çêdibe
- Hewsorik
- Hewtop
- Hezîranî li Mêrdînê çêdibe
- Kerkûş li Mêrdînê çêdibe
- Koxer
- Işqir
- Lipgolik li Mêrdînê çêdibe
- Misepq li mêrdînê çêdibe
- Mezrone
- Nasirkî
- Payîzî
- Pozgolik
- Qerfok li Mêrdînê çêdibe
- Qizler
- Sincêrî
- Sivnik
- Tayîfî
- Tehnewî
- Tilhesenî
- Tirêçemîley reş (S)
- Tirêbolmazû (S)
- Tirêçemîle (S)
- Tirêdomîle (S)
- Tirêgundke (S)
- Tirêkajaw (S)
- Tirêmambiray mî (S)
- Tirêpaşayî (S)
- Tirê payîzî (S)
- Tirêreşmirî (S)
- Tirîreş li Mêrdînê çêdibe
- Tirêsadanî (S)
- Tirêsadanîy reş (S)
- Tirêserqûle (S)
- Tirêsipîke (S)
- Tirêsûraw (S)
- Tirêteyef (S)
- Tirêxoşnaw (S)
- Tirêzilkê (S)
- Tirêzûres (S)
- Tiriyê reqan
- Topsipî
- Torane
- Tortork li Mêrdînê çêdibe
- Xanoq
- Xoxo (Li herema Botan tiriyên cureyên "Xoxo" rengê wi keske u teama wi mize (şirin u tirşe) u zu digihije.
- (S) = bi soranî
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://www.vitis-vea.de/admin/volltext/W0%2011%202303.pdf Girêdana arşîvê 2018-04-17 li ser Wayback Machine (li gora rapora "Genetic characterization of grape (Vitis vinifera L.) germplasm from Southeast Anatolia by SSR markers")
- ^ http://cat.inist.fr/?aModele=afficheN&cpsidt=24314619[girêdan daimî miriye]
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Wîkîferheng: tirî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
- Lêkolîn li ser tirîya Kurdistanê [1] Girêdana arşîvê 2012-09-06 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |